Rojnameya New York Timesê ya Emerîkî ku agahiyên wê xwe dispêre berpirsên Iraqî, têkildarî hebûna baregehek nû ya Îsraîlê li nava xaka Iraqê nûçeyek belav kir.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku baregeha duyem a leşkerî û veşartî ya Îsraîlê li çolek ya Iraqê hate dîtin.
Hatiye diyarkirin ku zêdetirî salek kar li ser amadekirina vê baregehê dihat kirin. Hatiye gotin ku armanca avakirina vê baregehê ji bo piştgiriya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ye.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îsraîlê di dawiya sala 2024’an de li çolek ya Iraqê dest bi çêkirin û amadekirina vê baregehê kiriye, lê niha cihê wî eşkere bûye.
Berpirsên Iraqî, teqez kirine ku dîtina van baregehên veşartî wê li ser asta Iraq û herêmê, bi taybetî di qada nakokî û rageşiyên berdewam ên di navbera Îsraîl û Îranê de, encamên mezin ên ewlehî û siyasî bi xwe re bîne.
Beriya çend rojan jî Rojnameya The Wall Street Journal ragihandibû ku Îsraîlê ji bo piştgiriya operasyonên li dijî Îranê baregeheke leşkerî ya veşartî li Iraqê ava kiriye. Baregeh berî destpêkirina şer demek kurt hat avakirin û ji bo Hêza Hewayî ya Îsraîlê wekî navendek lojîstîkê tê bikaranîn. Piştî belavkirina vê nûçeyê di nava qada siyasî ya Iraqê de nîqaş û bertekên mezin derketibûn.
Îdîayeke din a girîng di nûçeya New York Timesê de ew bû ku leşker û sivîlên Iraqî ji bo parastina nepeniya baregehan hatin kuştin.